Li hola D.Nûredîn Zaza: 59 salya koçkirina Mîr Celadet Bedirxan hate bi bîranîn
15/07/2010

 Di roja 15/7/2010 Li hola D.Nûredîn Zaza li bajarê Qamişlo, bi amadebûna mamoste Hemîd Derwîş sekretêrê partiya dîmoqratî pêşverû kurd li Sûriya û hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên kurd, 59 li ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan hate bi bîranîn

Di destpêkê de nivîskar Konê Reş nivîsek xwe li ser vê rojê amadekiribû di bin navê (Ekola HAWAR ê) Di 59 Saliya Koçkirina Mîr Celadet Bedirxan de

Di vê nivîsa xwe de K.Reş bêtir li ser guhdana Mîr Celadet Bedirxan bi zimanê kurdî sekinî, pêre jî li ser rola Hawarê  rawestiya û encamên vê dibistanê  bi van xalan da nîşandan

- Pexşana Kurdî a nivîskî bi tîpên latînî destpêkir
- Bingehê gramêra kurdî hat danîn
- Edebiyata kurdî a nûjen destpêkir
- Bingehê Ferhenga kurdî hat danîn
- Wergera bo zimanê kurdî destpêkir
- Ekola HAWARê  pirek  bû, di nav edebiyata kurdî û cîhanî de
- Pirtûkxaneya kurdî hat danîn û bi xêra wê 20 pirtûk ji weşanên wê hatin çap kirin

- Zargotina Kurdî, ji folklor û kilasîkê ber bi nivîsandina edebiyata nûjen ve çû û ew zargotin hat danhev

Piştre mamoste Derwêşê Xalib li ser rola malbata Bedirxaniyan axivî û hindek bîranînên xwe bi D. Kamîran Bedirxan re anîn ziman

Di dawiyê de guftûgo hate kirin li ser xebata Bedirxaniyan û bi taybetî li ser Mîr Celadt û D.Kamîran Bedirxan, di pêşiyê de mamoste Hemîd Derwîş li ser vê rojê axivî û rehim û gorbihiştî ji Mîr Celadet re xwest û da xuyan ku mîr Celadet û D. Kamîran tucaran di berjewendiya xwe ya kesayetî de ne diramiyan dema xebata xwe dikrin, na belê herdem xwesteka wan bû ku çand û wêjeya kurdî û doza kurdî bidin pêş, û dixwestin bi medeniyet xebata xwe bikin,ji ber vê yekê jî vê malbatê gelek sitem dît , ne tenê wilo lê belê hebûna wan wek malbat hat lê xistin li ser destê dewleta tirk ,niha jî pir hindik ji wan belawela mane

Hemîd li ser hinek bîranînên xwe bi D.Kamîran re axivî û weha got : ( min D.Kamîran li Kurdistan Iraqê dît di dema şoreşa nemir Mela Mistefa Berzanî de, û min di dît bê çawa Nemir Mela Mistefa gelek qedr û qîmet dida D.Kamîran, ku Mela Mistefa tu caran nedida pêşiya D.Kamîran û gelek rêz urmet jêre digirt û herdem ew dida pêşiya xwe)

Piştre mamoste Selman Hiso li ser bîr û ramanên malbata  bedirxaniyan rawestiya û bal kişand  ser ramanên wan yê ku tenê bi kurdayetîyê ve mijûl bûn,tu car bi berjewendî xwe ve girê nedidan , ew wek serok û mezina di xebitîn  ku ew di dema xwe de çep û rast neçûn wek kurd kar dikirin û neketin bin bandora  şepitya ku geleka jê ticaret jî kir , na belê derdê wan xizmeta doza kurd û miletê kurd bû

Di dawiya vê bîranînê de hindek ji amadehiyan jî pirs û gengeşe kirin. Û dane xuyan ku rojên wisa pêdivî ne ji miletê kurd re, da xebatkarên kurd di gora xwe de bi vehesî serî deynin

Piştre , Mamusta Hemîd peywendiyek bi telefonê bi Sînem Bedirxan re kir , silavê hevalê hazir gihandinê di roja  bîranîna koçkirina  bavê wê de û sipasî bo malbata bedirxanya kir